Tükendi
Gelince Haber VerEm hêvîdar in ev pirtûk kurdîyê bi zarokan şîrîntir bike.
Ev pirtûk ji bo zarokên 5-8 salî ye û li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê dike. Ji ber ku alfabeya kurdî fonetîk e ango her herfek teqabilî dengekî dike ev metod pirtir li hînkirina kurdî ya destpêkê tê.
Zarok dê bi vê pirtûkê hînî dengên kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka bedew û rastnivîsîneka dirust bingeheka kurdîyê ya têkûz ava bikin. Bo nimûne; zarok dê ferqa "e" û "ê" "v" û "w" "k" û "q"yê û hwd. hîn bibin. Her weha zarok dê bi awayekî xwezayî hînî ferqa "hevala min" "hevalê min" û "hevalên min" bibin.
Nivîsarên vê pirtûkê li gor hin temayan hatine amadekirin; wek roj demsal sersal Newroz xweza ajel stran hevaltî malbat dibistan çîrok xwarin trafîk û hwd.
Naveroka vê pirtûkê neynika jîyaneka demokratîk e. Di vê pirtûkê de zarok gelek azad in. Ew dipirsin diaxifin û tiştan dikin. Nivîsarên vê pirtûkê bi fikra yeksanîya jin û mêran hatine hûnandin.
Ji bo ku hewesa xwendina kurdî li ba zarokan bilind bibe me cih da çend zûgotinok stran û helbestên kurdî jî. Nimûneyên çanda kurdî yên wek tiştanok gotinên pêşîyan û çîrok jî vê pirtûkê rengîntir dikin.
Barkod | 9786256274105 |
Basım Yılı | 2024 |
Cilt Durumu | Karton Kapak |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 19,5 x 24 |
Kağıt Türü | Kuşe Kağıt |
Sayfa Sayısı | 112 |
Em hêvîdar in ev pirtûk kurdîyê bi zarokan şîrîntir bike.