Menü
Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol
Sepetim
Destana Mîr Mıhemedê Eyyubî (1258) Şerê Farqînê Lı Hember Moxolan
%16 
120,00 TL
100,80 TL

Kazancınız:19,20

Tükendi

Gelince Haber Ver
Kitap Açıklaması

Her gel û neteweyek xwedî dîrok e. Bi dîroka xwe dijî. Dîrok tenê ne kêf û şahî ye. Di dîrokê de tevî bûyerên şadimanî û kamranî bûyerên jandar cegersûz û biazar jî ne hindik in. Xasma di dîroka gelên rojhilat de ji bûyerên dilşadî bêtir bûyerên bi jan têne dîtin.
Di dîroka gelê Kurd de yek ji bûyerên jandar di vê berhemê de cih digire.
Gelî xwendevanên hêja ev pirtuka di destê we de behsa şerê Mîr Mihemed Kamilê Eyyûbî û Moxolan dike. Min ev pirtuk bi zimanê kurdî bi nezm nîvîsîye da ku miletê me bizanibe pêşîyên me ji bo axa xwe welatê xwe û zimanê xwe çi cefa kêşane. Çendîn mêrxas û gernasên me ji bo ku em bikaribin îroke li ser vê xakê bijîn û bi zimanê xwe bi axivin dil û canên xwe gorî kirine.
Ev berhem bîranîn û qedirdaniya egîd û mêrxasên me ye. Bîranîna bûyerek ji dîroka me ye.
Mîr Mihemed Kamil kurê Xazî Şehabeddîn e ew jî kurê Melik Adil e ew jî kurê Necmeddînê Eyyûbî ye. Bapîrê Mîr Mihemed Melîk Kamil kû Melik Adil e dibe birayê Selaheddînê Eyyûbî.

Dema kû min jiyana Mîr Mihemed Kamil ê Eyyûbî xwend û ez agahdarbûm ji berxwedana wî ya herî mezin li hember Moxolan û hevalbendên wan min xwest ku ev bûyera ku di dîrokê de pîr bi qîmet û giranbuha ye û hetanî neha veşartî maye xuya bibe û bête li ser ziman da ku ji cihet herkesî ve bête zanîn.

Bi emrê Xanê Îlhanîyan Hulagu leşker Farqînê dorpêç dikin û dixwazin ku Mîr Mihemed Kamil digel leşkerên wî êxsîr bikin.

Lê belê Ew leşkerên hatine Farqînê dagir bikin ne leşkerên Moxoliyan tênê bun. Xiristîyan û Misilman jî bi wan re bun. Weke mînak; Jî Xiristiyanan Gurcî û Ermenî ji Misilmanan jî mîrê Musilê û mîrê Mêrdînê hatibûn ser Farqînê ji bo alîkariya Moxoliyan. Bê guman ev tiştekî gelek sosrete hatina mîrê Musilê û mîrê Mêrdînê.
Lê belê Ew qehremanê mezin di gel miletê xwe du sala li farqînê têkoşîn û şerekî mezin li hember Moxolan û Xiristiyan û Misilmanan dike.

Heta ku êdî ne xwarin ne jî vexwarina wan namîne.  Pîştî xwarin vexwarina wan di qedê ew goştî keran pisikan kuçikan heta dawî çara wan namîne goştê însanên mirî jî dixwin.  Lê belê ew ebed dev ji berxwedana xwe û parastina welatê xwe na berdin.

Dîrokvan dibêjin eger ne ji xela û nexweşîya weba ê buna Moxolî û arîkarên wan ne dikaribûn Farqînê ji destê Mîr Mihemed Kamil û miletê wê bistînin..

Ev berxwedana wan li her derê bi nav û deng belav dibe. Xanê Moxoliyan Hûlagû ji kurê xwe Yeşmut re mektubekî dişîne û dibêje: Min paytexta 'Ebbasî'yan cihê xilafeta Îslamê bajarê Bexdayê di şeş rojan de stand lê eve du sal e hêja te ne karîye bajarê Mîr Mihemed Kamil Farqînê bistînî.  Em dikarin bibêjin ev berxwedana wan ji dewleta Memlûkan re buye minak ku heta wan zanîn ku Moxol jî maxlûb dibin..

Armanca me ji nivîsîna vî pirtukê ev e ku dîroka veşartî derkeve li ser ruyê erdê û xuya bibe. Dê ku miletê me bizanibe ku di hemû deman de egît û qehreman û mêrxas ji wan hatine û bayê dîrokê guhertine..

WEKE TEQRÎZ: ÇEND GOTIN DI DERBARÊ VÊ BERHEMÊ DE

Hemî pesn stayiş û wesfên qenc û şayeste ji Xwedawendê aferîdeyan re be selat û silav li Peyamawerê Yezdanê dolavan û heval û hogirên wî be tevî kuflet û zuryeta wî. Ez sipasiya xwe pêşkêşî cenabê Seydayê Mela Remezan dikim ku derfet daye min ez van çend gotinên bê qîmet reşbelek bikim tevî ku bi rastî ez ne layiq im.
Di navbera edebiyat û dîrokê de têkiliyeke xurt heye ji mêj ve. Geh edebiyat di berhemên dîrokî de rû dane û geh dîrok di berhemên edebî de derketine pêşberî me. Yek ji giramiya vê berhemê ev e ku dîroka gel di berhemeke edebî de digihêje ber destê peywendîdar û xemkurên edebiyat û dîrokê.
Her nezm û şi'r ji bo mebestekê dihê honandin erkeke xwe heye. Li vir dive em Seydayê Tîrêj û çend risteyên wî bi bîr bînin ji bo em bikaribin mebesta xwe bi zelalî diyar bikin.
Ma rûmeta şi'rê çiye?
Ned xidmeta millet de bî
Ronahiya şi'rê çiye?
Pesnê welat ku tê ne bî

Çibkim ji wê şi'ra rijî?
Danagre sewda û mejî
Derdê dil û can nakujî
Çaxê ko cewher tê nebî
Edebiyat û bi taybetî helbest di ragihandina dîrokê de ji bo avakirina hafizeya civakî û bi avakirina hafizeyeke civakî ragihandina hizrên neteweperwerî roleke mezin daye ser milên xwe. Seydayê Tîrêj xwestiye ku vê yekê bibêje.
Ji bo avakirina hafize û bîrewariya civakê dîrok gelek giring e. Her gel û neteweyek li ser koka xwe didome ku ev kok ziman û dîrok e. Ji ber vê em bibêjin parastina ziman û dîrokê parastina hafizaya civakî ye ne iddiayek mezin e. Xaleke din ya giramiya vê berhemê ev e ku ji bo bîr hafizeya civakî ziman û dîrok parastiye.
Nazimê berhemê Seydayê Mela Remezan kesayetekî tebî'et mewzûn e. Bi gotineke din Xwedawend qabilîyeta honandina şi'r û nezmê bexşî wî kiriye. Nivîskar û nazimekî welûd e berhemdar e ku hetanî neha di qadên ciyawaz de berhem nûsî ye. Ji bilî taybetiyên berhemên wî yên dîtir yekem kese di edebiyata Kurdî de Telqînnameya Miriyan bi nezm honandiye. Ev berhema dîrokî jî dîsa bi nezm honandiye û pêşkêşî xwendevan û gelê xwe dike.
Ya rastî ev e ku nazimê berhemê bi serkeftî ji metnên pexşan berhemeke mewzûn bi nezm aniye hole. Ev yek xaleke dîtir ya giramiya vê berhemê ye. Tevî hemû ev teybetiyên ku me li jor behs ji wan kir bi zimanekî herikbar bi nezmeke selîs ev bûyera dîrokî û cegersûz hatiye honandin ku xwendevan di xwendina berhemê de û di têgihiştina bûyera dîrokî de tu zehmetiyan ewê nekêşin.
Ji bo vê bûyera jandar derxistiye hole û bi terzeke edebî pêşkêşî me kiriye û her weha ji bo ked û xemên Seydayê Mela Remezan em minnettar in. Xwedayê dilovan hêz û zanîna wî zêdetir bike ji bo nivîsandin û honandina berhemên bexşan û mewzûn.
Dr. Nurettin ERTEKİN

Kitap Özellikleri''''''''
Barkod9786256678163
Basım Yılı2024
Cilt DurumuKarton Kapak
DilKürtçe
Ebat13,5 x 21
Kağıt TürüKitap Kağıdı
Sayfa Sayısı64
favorilerime ekle

Benzer Ürünler
Kitêba Salê
%26
90,00 TL
66,60 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Hawara Dîcleye 1
%26
220,00 TL
162,80 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Hawara Dîcleye 2
%26
265,00 TL
196,10 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Tu
%26
190,00 TL
140,60 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Suret ul-Erd
%26
130,00 TL
96,20 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Di^roka Erdelane^
%26
160,00 TL
118,40 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Siwareki^ Be^ni^ştiman
%26
100,00 TL
74,00 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Name Ji
%26
125,00 TL
92,50 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Berhemen Gişti:1 / Qurna Min
%26
90,00 TL
66,60 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Pandomim
%26
100,00 TL
74,00 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
Keleh
%26
220,00 TL
162,80 TL
Favorilerime Ekle Sepete Ekle
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.