Tükendi
Gelince Haber VerEv pirtûka di destê we de morfolojîya navdêrî ya sê devokên kurmancî ji hêla sosyolînguîstîk ve nirxandîye. Di naveroka vê pirtûkê de ne tenê ev devok hatine nirxandin lê di heman demê de termên bi morfolojîyê re eleqedar û morfolojîya kurdî bi xwe bi awayekî berfireh hatine terîirin. Bi taybetî taybetîyên morfolojîya navdêrî ya kurmancî yên avanîya îzafeyê zayend rewş bi hemû aliyên xwe ve hatine nirxandin. Di mijara îzafeyê de îzafeya
berfirehbûyî û di mijara zayendê de sîstema dîyarkirina zayenda navdêrên kurmancî li lîteratûra kurmancî hatine zêdekirin ku heta niha li ser van mijaran xebatên bi hurgilî bi kurmancî û tirkî nehatibûn kirin. Dîsa di mijara rewşê de avanîya ergatîf eslê wê di zimanên Îranî de û pêvajoya dîrokî ya rewşên gramatîk bi awayekî berfireh hatine nîqaşkirin. Ji bilî van taybetîyên bingehîn
taybetîyên morfolojîya navdêrî ya sê devokên kurmancî bi nirxên dîsîplîna sosyolînguîstîkê ve hatine analîzkirin. Ji bo analîza van devokan axêverên her mintiqê ji hêla zayend û emr ve hatine dabeşkirin. Pirsên li wan hatî pirsîn jî ji hêla nivîskarê vê pirtûkê ve hatine amadekirin ku ji nêzîkê 200 pirsan pêk tên. Bikaranînên cuda yên axêveran hem di çarçoveya zayend û emrê wan de hem
jî di çarçoveya cudahîyên devokî de hatine nirxandin. Gelek caran em rastî bikaranînên cuda yên balkêş hatine. Wekî di devoka başûrê rojava de partîkelên îzafeyê ne li gorî nêrbûn û mêbûnê lê li gor însanbûn û neînsanbûnê hatine senifandin. Dîsa ji hêla bikaranînên cuda yên axêveran ve wexta tê nirxandin axêverên heritage gelek avanîyên ecêp lê bi wate bi kar anîne.
Mijarên li jorê hatî rêzkirin û gelek mijarên din yên bi morfolojîya kurdî ya navdêrî ve eleqedar di nav vê xebatê de cih digirin.
Barkod | 9786257568821 |
Basım Yılı | 2022 |
Cilt Durumu | Karton Kapak |
Dil | Kürtçe |
Ebat | 13,5 x 21 |
Kağıt Türü | Kitap Kağıdı |
Sayfa Sayısı | 317 |
Ev pirtûka di destê we de morfolojîya navdêrî ya sê devokên kurmancî ji hêla sosyolînguîstîk ve nirxandîye. Di naveroka vê pirtûkê de ne tenê ev devok hatine nirxandin lê di heman demê de termên bi morfolojîyê re eleqedar û morfolojîya kurdî bi xwe bi awayekî berfireh hatine terîirin. Bi taybetî taybetîyên morfolojîya navdêrî ya kurmancî yên avanîya îzafeyê zayend rewş bi hemû aliyên xwe ve hatine nirxandin. Di mijara îzafeyê de îzafeya